Pîrebokên Kampusê yê hedef tên nîşandan: Em kursiya wan dihejînin
- 09:55 21 Çile 2018
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Aktîvîstên Pîrebokên Kampusê ku ji aliyê YOK’ê ve hedef hatin nîşandan û der barê mirina Firat Çakiroglu de gazî îfadê kirin gotin: “Armanca YOK’ê eve ku li ser me tirsê biafirîne. Dixwazin, jinên li ber wezaretan têdikoşin û kursiya wan dihejînin, bitirsînin û şûnde bidin kişandin.”
Pîrebokên Kamusê ku ji bo têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî şîdeta li ser jinê hat avakirin, ji aliyê YOK’ê ve hedef hat girtin. di 20’ê Sibata 2015’an de Serokê Ulku Ocaklari yê berpirsê Zanîngeha Egeyê Firat Yilmaz di dema êrîşa li hemberî xwendekarên şoreşger û welatparêz de jiyana xwe ji dest dabû. Der barê bûyerê de aktîvîstên Pîrebokên Kampusê jî gazî îfadê kirin.
Aktîvîsta Pîrebokên Kamupsê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku ji aliyê saziyên nîjadperest yên Zanîngeha Egeyê ve hedef tên girtin û got: “Em ji roja ewil de li dijî perwerda zayendperest û mêr têdikoşin. Em li dijî YOK’ê ku ew jî nîşaneya serdestiya mêre jî têkoşîna serbixwe diparêzin.
‘Dixwazin tirsê biafirînin’
Aktîvîstê bi lêv kir ku li zanîngehê ku dest didin jinan, zêdetir berçav dibin û ev jî kursiya hinekan zêdetir dihejîne û wan ditirsîne. Di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Me dizanîn li dijî vê tirsê wê me terorîze bikin. Der barê mirina Firat Çakiroglu de li me lêpirsîn hatiye destpêkirin. Armanca wan eve ku atmosfeta me di pêvajoya OHAL’ê de afirandiye belav bikin. armanca YOK’ê eve ku tirsê biafirînin. Dixwazin jinan biçewînin.”
Di dawiya axaftinê de da zanîn ku sekna wan pergal tirsandiye û got hêvî û berxwedana wan tam e û wê têbikoşin.








