ROJEVA 21'Ê ÇILEYÊ 2018'AN
- 09:00 21 Çile 2018
- Rojev
*Ji Komeleya Zarokan Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin, Esîn Koman diyar kir ku şîdet dikare pêşî lê bê girtin û got zarok herî zêde vê di xêzefîlman hin dibibin û ji bo malbatan pêşniyar kir.Esînê got: “Ji bo pêxistina zîhnî ya zarokan divê mekanîzmayek bê avakirin.”
*Sabîha Gencer ku yekane xeyala wê eve vegere gundê xwe, neçare pezê xwe li şûna zozanan li navbera taxan biçêrîne. Sabîhayê diyar kir ku pezê wê tinebe ew ê bimre û got: “Ger dewletê gund vala nekiribûna em ê hîna li gundê xwe bûna.” BI DÎMEN
*ktîvîstên Pîrebokên Kampusê ku ji aliyê YOK’ê ve hedef hatin nîşandan û der barê mirina Firat Çakiroglu de gazî îfadê kirin gotin: “Armanca YOK’ê eve ku li ser me tirsê biafirîne. Dixwazin, jinên li ber wezaretan têdikoşin û kursiya wan dihejînin, bitirsînin û şûnde bidin kişandin.”
*Parlamnetera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu bertek nîşanê êrîşa dagirkirinê ya AKP-MHP û Artêşa Azad a Sûriyeyê li dijî Efrînê pêk tîne da û bang li hemû raya giştî, kesên li dijî şer kir ku êrîşê protesto bikin û deng bidin Efrînê.
*Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanê êrîşa dagirkirinê ya Tirkiyeyê li hemberî Efrînê da û diyar kirin ku serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ji bo desthilatdarî û daxwazên xwe gelan davêjin nava agir û bang li hemû aliyan kirin ku ji bo aştiyê rabin ser piyan.
*Derket holê ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Kanûnî Sultan Suleyman qeydên der barê 115 zarokên cudanî de agahî nedaye polîs. Jinên Îzmîrê bertek nîşanê bûyerê da û diyar kir ku 115 zarok tabloya zîhniyeta ‘ji carekê tiştek nabe’ ye. BI DÎMEN








