Di bombebarana li dijî Efrînê de 10 sîvîl birîndar bûn

  • 21:28 20 Çile 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê sîvîl hedef girtin. Li gor agahiyên hat bidestxistin hejmara birîndaran bû 10 kes. Rewşa du zarokan jî giran in.
 
Balafirên şer ên Tirkiyeyê saet li dora 16:00 navenda Efrînê û navçeyên Sera, Serawa, Raco, çiyayê Leluna Bilbila gundên Eyn Degne yê girêdayî navçeya Serayê, gundên Hecika, Mamula yên girêdayî navçeya Serayê bombebaran kir. Her wiha Kampa Koçberan a Rubar jî hat bombebarankirin.
 
Li gor agahiyên hat bidestxistin  heta a niha 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn. Di serdema ku bombebaran berdewam dikir artêşa tirk hewl da ku ji gundên Bilike derbasî Efrînê bibin.