Ji Federasyona Bakurê Sûriyeyê banga çalakiyê

  • 20:45 20 Çile 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Birêvebirinê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê li dijî êrîşên li ser Efrînê banga çalakiyê kir.
 
Hevserokatiya Konseya Birêvebirinê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê derbarê êrîşên li ser Efrînê daxwiyanî da. Hevserokatiyê anî ziman ku dewleta tirk sivîlan bomberan dike û bang li gelê kurd ên li her çar parçeyan kir ku ji bo Efrînê rabin ser piyan. Her wiha bang li Kurdên derveyî welat ên penaber hat kirin û hat xwestin ku ew jî bi dirûşma ‘Em hemû Efrîn in’ li dijî êrîşan bisekinin.