Akademiya Civaka Demokratîk li Efrînê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
- 17:12 20 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Akademiya Civaka Demokratîk li herêma Efrînê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kir.
Daxuyanî li pêşiya Navenda Akademiya Civaka Demokratîk bi zimanê erebî û kurdî hat xwendin. Bi zimanê erebî ji aliyê Endama Akademiya Ciavaka Demokratîk Fîras Reşo û bi zimanê kurdî jî ji aliyê endama Akademiya Civaka Demokratîk Dilvîn Tobel ve hat xwendin.
Di daxwiyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin û wiha hat gotin:
"Ji destpêka kirîza Sûriyeyê ve dewleta Tirkiyê alîkarî dide komên çete da ku şoreşa Rojava û destkeftiyên wê têk bibe, lê tevahî hewldanên wê bibinketin û bi taybetî piştî têkçûyina DAÎŞ'ê li Kobanê û hilweşandina paytexta wê li Reqayê bi destên hêzên Sûriyeya Demokratîk. Bi riya van hewaldanên xwe dixwaze ku desthildariya Osmanî ji nû ve vegerîne. Dewleta Tirkiyeyê bi tevahî hêza xwe, ne tenê dixwaze destkeftiyên Rojava bin pê bike, her wiha dixwaze ku projeye Federaliya Bakurê Sûriyeyê jî tune bike. Lewra dewleta Tirk êdî bi xwe û bi awayekî rasterast ketiye nav şer û êrîşan li ser Bakurê Sûriyeyê bi taybetî li ser Efrînê dike. Çawa ku Kobanê bû destpêka dawiya DAÎŞ'ê her wiha wê Efrînê jî bibe destpêka dawiya dewleta AKP'ê."
Daxwiyanî bi dirûşma 'Bê Serok Jiyan Nabe' bi dawî bû.








