Yekîtiya Jinên Ciwan piştgirî dan Efrînê
- 17:01 20 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û gundewarên wê Yekîtiya Jinên Ciwan bi amadebûna hemû Endamên jinên ciwan daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Lîne Welo ve li Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava hate xwendin. Her wiha di daxuyaniyê de anîn ziman ku "Dewleta Tirk hebûna xwe li ser îmhakirina gelê Kurd ava kiriye."
Wiha di daxuyaniyê de hat gotin:
"Tê zanîn ku dewleta tirk ev demeke êrîşî herêma Efrînê dike, armanca van êrîşan jî bê tehemmulkirina serkeftinên ku gelê Kurd ava kiriye, ji bo gelê me tune bike bi her şêwazê hovane êrîş dike û li ser gelê kurd komkujiyan pêk tîne. Li Şengal, Kobanê bi destê DAÎŞ'ê komkujî pêk anî. Dîsa di dagikirina Kerkûkê de ji yekser rol lîst, niha jî dixwaze êrîşên xwe yên hovana li dijî Efrînê bimeşîne. Gelê Efrînê yê bi rûmet dê tu car li hember dagirkeriyê gav paşde neavêje, tu caran ji gefên Tayyip Erdogan natirse. Gelê Efrînê ku bi dehan salan bi keda Serok Apo kêlî bi kêlî şoreşa azadiyê mezin kiriye û wê axa Efrînê ji bo dagirkeriyê bike dojeh. Warê Arînan wê rê nede çeteyên hovane yên ku li serê mirovahiyê bûye bela.Em wek jinên ciwan li hember her cureyên êrîşên li ser Efrînê ji berxwedaniyê gav şûnde neavêjin, em ê heta dawiyê li berxwe bidin, em ê bi pêşengtiya YPG-YPJ'ê serkeftinê bingeh bigirin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên 'Ji bo Rêber Apo serî hilde' û 'Bê Serok Jiyan nabe' bi dawî bû.








