Çalakiya Konê Greva Birçîbûnê di roja 7'an de didome

  • 16:12 20 Çile 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Konê ku ji bo daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye vegirtin, îro di roja 7'an a çalakiyê de, Meclisa Navçeya Şêranê dewir girt.
 
Konê bi dirûşmeya "Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" ku bi armanca daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû vedan, îro di roja xwe ya 7'an de li Qada Şehîd Egîd dewam dike.
 
Di bin kon de cîgira hevseroka Meclisa bajarokê Til Xezal, Fayze Ebd El-Rehman êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Îro dewleta Tirk Rêber Apo girtiye û xistiye nava girtîgehê de, lê em ji Tayyip Erdogan re dibêjin Rêberê me ne bi tenê ye, hemû gelên Kurdistanê li pey wî ne û li ser xeta wî ne."
 
Her wiha Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Eyn Îsayê bi dirûşmeyên 'Bijî berxwedana Efrînê' û 'Serî Hilde' serdana kon kirin.
 
Çalakiyên kon hîn berdewam dikin.