Ji bo azadiya Abdullah Ocalan û berxwedana Efrînê daxuyanî hat dayin
- 16:10 20 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û diyarkirina rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniyê de Kongra Star, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk, endamên komînên girêdayî Kongra Star û Rêxistina Sara amade bûn.
Daxuyanî li pêşiya navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hate dayîn û ji aliyê endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Emîne Mele Hesen ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bang li tevahî Rêxistinên Mafê Mirovan ên Ewropayê hate kirin ku di demeke nêz de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê were azadkirin.
Her wiha daxwiyanî wiha berdewam kir:"Dewleta Tirk her tim gefan li gelê Kurd dixwin û niha êrîşî Efrînê dike, lê bila Tirkiyê baş bizanibe ku Efrîna berxwedêr wê bi dar û kevirên xwe, bi zarok, kal û bi berxwedana jinên xwe, bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan wê bi ser bikeve û li dijî dewleta Tirk a faşîst rabe."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan nabe", "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.








