Malbatên windayan aqûbeta Serokê HEP’ê yê JÎTEM'ê ew kuşt pirsîn
- 15:28 20 Çile 2018
- Rojane
AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê û xizmên windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” mîna her hefteyê çalakiya xwe ya 468’emîn li dar xistin û aqûbeta Serokê HEP’a Milazgirê Harbî Arman ku ji aliyê endamê JÎTEM’ê Mahmut Yildirim “Yeşîl” ve hat kuştin, hat pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” mîna her hefteyê çalakiya xwe ya 468’emîn de li avahiya komeleyê li dar xistin. Malbatan di çalakiyê de wêneyên kesên winda vekir. Rêvebir û endamên ÎHD’ê, xizmên windayan û endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê beşdarî çalakiyê bûn. Aqûbeta Serokê Partiya Kedê ya Gelan (HEP) a navçeya Milazgira Mûşê Harbî Arman pirsîn.
'Xizmên windayan têkoşînek pir mezin didin'
Beriya çalakiya rûniştinê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD û Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî axivî û wiha got: “Ger dixwazin edalatê bînin cih, berî her tiştî divê daxwazên xizmên windayan pêk bînin. Piştgiriyê bidin wan. Xizmên windayan têkoşînek pir mezin didin. Dê ev têkoşîna wan wekî roja destpêkê bi hêviyên aştiyane dê bidome. Agahiya dewletê ji hemû kuştinên li welat heye. Ger dewlet bixwaze dê faîl jî bên dîtin.”
'Gotin "îfadeaya te heye" û ew birin'
Piştî axaftina Racî endamê Komîsyona Xizmên Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan serpêhatiya Serokê Partiya Kêdê ya Gelan (HEP) a navçeya Milazgira Mûşê Harbî Arman ê di 20’ê Çileya 1992’an de hat windakirin vegot. Adnan, diyar kir ku Harbî Arman serokê HEP’a Mîlazgirê bû û wiha axivî: “Li gorî îfadeyên îtirafkarê JÎTEMê Abdulkadîr Aygan, ‘lêgerîna Harbî Arman hebû, dê bihata îfadeya xwe bida û dê biçûya. Ji ber vê yekê Harbî Arman heta JÎTEM’a Amedê hat.’”
'Bi tabancayê gule lê reşandin'
Adnan, ev îfadeyên tetîkêşê JÎTEM’ê Aygan ragihandin: “Bi Yeşîl (Mahmet Yildirim) re me di xebatekê de cih girt. Kuştina rêveberiyekê endamê HEP’a Milazgirê ya li ser rêya Xerpetê hat erêkirin. Yeşîl, ez û Fethî Çetîn bi xwe re birin. Çawîşek pispor ê bi rih jî gel me hebû. Me xwe gihan Harbî Arman û me ji re got ‘Lêgerîna te heye, em ê werin te teslîm bigirin, tuyê îfadeya xwe bidî û biçî.’Li ser vê yekê Arman heta JÎTEMA’a Amedê hat. Gava Harbî hat, me wî li Land Roverekê siwar kir, çavên wî bi şalekê girê da. Me bir cihê bûyerê, ji me xwestin em wî bînin xwarê, me wî ji wesayetê anî xwarê. Li gel çawişê pispor çeka kaleşnîkofê û smîth Wesson hebû. Gotin bikevin milê wî. Weke ku em wî dibin yekîneya leşkerî li me şaret kirin. Gotin bibin pêş. Pirek hebû, em raste rast bir wê derê. Ji me re îşaret kirin gotin hûn werin. Em hatin gel çawîşê, çawîş kaleşnîkof dirêj kir û xwest bi kaleşnîkofê gule lê birêjîne. Lê Yeşîl got ‘bisekine ne bi wê’ û çû bi tabancayê du gule bera Harbî dan. Bi tabancayê gule lê reşandin. Kesê çavên wî girêdayî wisa di bin pirê de ma.”
Adnan, da zanîn ku piştî Harbî hat kuştin û şûnde cenazeyê wî hat dîtin, lê ligel vê yekê jî hîna kujerên wî nehatine darizandin û ceza kirin.
Piştî axaftinan ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.








