Serlêdana malbata Abdullah Ocalan hat redkirin
- 15:07 20 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komar a Bûrsayê, daxwaza hevdîtina malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, cara 60’emîn red kir.
Xwişk û birayê Rêberê PKK Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi riya parêzeran ji bo roja duşemê bikaribin hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komar a Bursayê dan. Serdozgeriyê serlêdana daxwaza hevdîtina malbatê red kir.
Heman Serdozgeriyê serlêdana daxwaza hevdîtinê ya malbata girtiyên din ên li gel Abdullah Ocalan li Îmraliyê dimînin Hamîlî Yildirim, Omer Kayrî Konar û Veysel Aktaş jî red kir.
Bi vê redkirinê ji 11’ê îlona 2016’an vir ve ev 60 car e serlêdana daxwaza hevdîtina malbatan tê redkirin.








