Jinên Kobanê êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin
- 13:35 20 Çile 2018
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Jinên Kantona Kobanê êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Efrînê şermezar kirin û gotin: "Wê serkeftin a Kobanê, Efrîn û Minbicê be."
Roj bi roj êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Rojava-Bakurê Suriyeyê zêdetir dibin, li hember vê yekê jî tevahî civak bertekên xwe nîşan didin û vê dagirkeriya dewleta Tirk bi tu awayî qebûl nakin. Têkildarî mijarê jinên Kantona Kobanê jî bertekên xwe nîşan dan û nerînên xwe anîn ziman.
'Em pelek darên Efrînê nadin Tirkiyeyê'
Dayîka bi navê Emîne Mehmûd got ku gelê kurd dê li hember hemû dagirkeran berxwe bide û wiha axivî: "Em hemû fedayinên xaka Efrînê ne, ji ber vê jî bila tu kes xeyal neke ku bêjin wê qey Efrînê dagir bikin. Dewleta Tirk her carê bi rengekî din êrîşî me dike. Carinan sînoran lê dike, carinan êrîş dikin û carinan jî terorîstên weke DAÎŞ'ê dixe nava me. Lê bila Tayyip Erdogan nebêje qey em ê pelek darên Efrînê jî ji wî re bihêlin."
Her wiha Fatima Hemo jî êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: "Tayyip Erdogan her ku diçe zêdetir êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike lê bila bizanibe ku hemû êrîşên wî dê vala derbikeve. Em ê tu carî ji êrîşên wî netirsin û em ê weke dayik li hember planên Tayyip Erdogan têkoşînê bidin meşandin."
'Dê serkeftin a Kobanê, Efrîn û Minbicê be'
Di heman demê de Emîna Mustefa jî berteka xwe ya li hember êrîşên dewleta Tirk nîşan da û wiha got: "Em êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin û tu carî qebûl nakin. Em dibêjin dewleta tirk ew ê tu carî nikaribe Efrînê dagir bike. Çawa ku çeteyên wî li Kobanê têk çûn, wê li Minbic û Efrînê jî têk biçin. Wê serkeftin a gelê Kurd be, wê serkeftin a Kobanê, Efrîn û Minbicê be."
'Em ê her tim li qadan bin'
Di dawiyê de dayika bi navê Îslim Elî berxwedana gelê Efrînê silav kir û wiha got: "Em weke dayikên Kobanê ji bo gelê xwe yê Efrînê her dem amede ne û em tu carî ji ber êrîşên dewleta Tirk gavên xwe şûnde navêjin. Çawa ku şervanên me niha di mewziyan de li hember Tirkiyeyê şer dikin, em ê jî her tim li qadan bin û çalakiyên xwe li dar bixin."








