Ji êrîşên li dijî Efrînê bertek: Ên ku piştgiriyê didin vê yekê dê di bin vî hesabî de bimînin
- 09:53 20 Çile 2018
- Rojane
Habibe Eren
ENQERE - Seroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatimogullari tevgera desthilatdariya bi tifaqa AKP-MHP nirxand û got:"Ketina Tirkiyeyê ya Efrînê tê wateya ku ew ê êdî nikaribin derkevin. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî derbarê êrîşên li ser Efrînê wiha got:"Kesên ku piştgiriyê bidin vê yekê dê di bin vî hesabî de bimînin."
Ji bo êrîşa li dijî Efrînê amadekariyên artêşa tirk dewam dikê û ji Lijneya Neteweyî jî (MGK) biryara şer derket. Bersiva gelê Efrînê ya li dijî êrîşan jî dereng nema. Gelên Efrînê û Rojava-Bakurê Sûriyeyê derketin qadan û bersiv dan êrîşan. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û Partiya Rizgariya Ji Nû Ve Ya Sosyalîst (SKYP) êrîşên li ser Efrînê nirxandin û anîn ziman ku encama operasyonek li dijî Efrînê dê bibe sedema encamên xirab.
'Tirkiye naxwaze bi Rojava re bibe cîran'
Tulayê diyar kir ku ji roja ku li Rojava şer dest pê kiriye Kurdan têkoşîna azadiyê kirine û li dijî DAÎŞ'ê têkoşînek mezin kirine. Tulayê anî ziman ku Tirkiye pêşketin û statuya ku li Kurdan bar dibe qebûl nake. Tirkiye naxwaze bi Rojava re bibe cîran, ev yek bi pêvajoyên dîrokî re jî têkildar e.
'Dê encam ji Kobanê girantir be'
Tulayê diyar kir dê encama operasyonek li dijî Efrînê giran be û pêvajoya Kobanê bi bîr anî û wiha got:"Li Kobanê DAÎŞ'ê her rêbaz li ser gelê kurd ceriband. Belê pêvajoyek dirêj û wendayên wê pir hat jiyandin. Lê di encamê de gelê kurd bi ser ket. Loma em dikarin pêvajoya Efrînên bişibîne ya Kobanê. Gelê Kurd di şerê Sûriyeyê de têkoşînek mezin da. Loma ceribandinek mezin bi dest xist. Dê li Efrînê bêtir behsa navê gelê kurd bê kirin."
'Dê encamê xerab be'
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî derbarê êrîşên li ser Efrînê wiha got:"Operasyonek li dijî Efrînê dê bibe sedema encamên xerab."
'Li dijî polîtîkayên şer têkoşîn mafeke'
Selmayê diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan ji bo îktidara xwe li ser piyan bihêle Tirkiye diherikîne nava karesatekê û wiha berdewam kir:"Encama xerab a operasyonek li dijî Efrînê dê bandorê li ser hemû Tirkiyeyê bike. Em li dijî polîtîkayên şer têkoşînê wekî mafekî dibînin. Em bang dikin ku hikumet ji vê biryarê vegere."
'Kesên ku piştgiriyê dide vî şerî dê di bin de bimînin'
Selmayê diyar kir ku di destpêkê de ev merseleya ne merseleya netewiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo Tayyip Erdogan vî şerî rewa bide xuyakirin vê merseleyê wekî merseleyeke neteweyî nîşan dide. Partiyên ku piştgiriyê didin vî şerî dê di bin de bimînin. CHP jî di nav de."








