Jinên Kampa Robar: Dewleta Tirk bi êrîşên li ser Efrînê nikare îradeya gel bişikîne
- 09:23 20 Çile 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Ferîde Zede
EFRÎN - Êrîşên Dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û gundewarên wê didome. Di vê çarçoveyê de jinên Kampa Robar bertek nîşanî vê yekê dan û wiha gotin:"Dewleta Tirk nikare bi êrîşên xwe rê li azadî û têkoşîna gelê Efrînê bigire."
Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser herêma Efrînê û gundên li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê didomîne. Dewleta Tirk bi çekên giran Kampa Robar a gundê Basilê ya navçeyê Şêrewa, navçeyê Bilbilê, Herêma Reco topebaran kirin. Di encama topebaranê de zirar gihaşt konê koçberên Kampa Robar. Jinên Kampa Robar jî bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku ew li dijî van êrîşana bêdeng namînin û ew ê berxwe bidin.
Koçbera bi navê Nede Hesen êrîşên dewleta Tirk ên li ser koçberan û herêma Efrînê şermezar kir û wiha got:" Bi topebarana dewleta tirk zarokên me ji xew hişyar bûn û tirsiyan. Em ê xwedî li Efrînê û zarokên xwe derkevin û nehêlin dewleta tirk bigihêje armanca xwe. Ez bang dikim ku Rêxistinên Mafên Mirovan li hemberî van êrîşana bêdeng nemînin."
'Bila tu kes hêza jinan biçûk nebîne'
Di heman demê de koçbera ji Kampa Robar a bi navê Suad Muhemed jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got:"Di dîrokê de jin leheng û xwedî serkeftiyên bi rûmet in. Bila kesek hêza jinan biçûk nebîne û li gor vê yekê gavên xwe biavêjin. Em ê hemû jin li axa Efrînê xwedî derkevin."
'Dewleta tirk bi êrîşên xwe nikare îradeya gelê Efrînê bişikîne'
Ji aliyê din ve jî koçbera bi navê Şeyme Elî jî wiha got:" Dewleta tirk bi êrîşên li ser Efrînê ew ê dawiya xwe bîne. Çimkî ew nikarin bi êrîşên xwe îradeya gelê Efrînê bişikînin. Em ê heta dawî li vê axê xwedî derkevin."








