Malbatan îmze neda, TOKÎ ‘kar’ kêm dimeşîne
- 09:18 20 Çile 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî pevçûnên hatin jiyîn TOKÎ’yan dest pê kir û malbatên li taxan înşatên TOKÎ nexwestin, berxwe dan û îmze red kirin û loma TOKÎ hêdî hêdî tê meşandin û buroya îrtîbatê jî her roj ji malbatan re peyamê dişîne û dixwaze serî li ‘komîsyona lihevkirinê’ bidin.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di pêvajoya ‘qedexeya derketina derve de’ bi sedan xaniyên xesar dîtibûn tahsîsê TOKÎ hat kirin. Di înşata TOKÎ ya di 3’ê Adara 2017’an de hîmê wê hat avêtin de heta niha karkerek mir û 7 karker jî birîndar bûn. TOKÎ’yên ku dihat gotin wê di sersalê de bên teslîmkirin, ji ber hejmara malbatên îmze avêtine kêm in, xebata wê hêdî hêdî tê meşandin. Buroya Îrtîbata TOKÎ jî van rojan rojê 3-4 peyaman ji malbatan re dişînin û dixwaze serî li komîsyona lihevkirinê bide.
Heyetên AKP’ê ziyaret kir
Ji ber çêkirina wan bi dehan carî kanalên av û dîrekên ceyranê yên TOKÎ’yê teqyan û heta îro bi dehan heyetên AKP’ê înşat ziyaret kirin. Serokê Navendî yê AKP’ê Mehmet Alî Dundar di daxuyaniya de got ‘Li 4 taxên Nisêbînê ji 4 hezar û 700’î zêdetir avahî tên çêkirin. Piştî sersalê em ê teslîm bikin. Em bi hêvî ne ku di demek kurt de Nisêbînê bikin bajarekî modern.’ Welatiyên ji ber TOKÎ’yan ev salek bê mal in jî bertek nîşanî daxuyaniyê dan.
Hîna cenaze û muhîmat tên derxistin
Ji qada TOKÎ herî dawî di meha cotmehê de cenazeyek hat derxistin û di rojên borî de hat îdiakirin ku hîna muhîmat li qada înşatê heye û ji ber welatiyan îmze navêtine, hewl tê dayîn ku welatiyan îqna bikin. Her roj ji aliyê buroya îrtîbatê peyam ji bo malbatan tên şandin û malbatên îmzeyan navêjin jî alîkariya wan a kirê tê birîn. Malbatên îmzeyê navêjin jî rastî tehdîda ‘wê demê di kirê de bimînin’ tên.








