ROJEVA 20'Ê ÇILEYÊ 2018'AN
- 09:00 20 Çile 2018
- Rojev
*Şemsa ya 30 salî tevî astendariya xwe cilan didirû û bi keda destên xwe parastina çanda xwe dike.
*Xizmên girtiyan diyar kirin ku wê li dijî pêkanîna cilên yekreng ku hewl tê dayîn li girtîgehan bê bi kar anîn, têkoşînê mezin bikin û wiha gotin: “Em ê vê pêvajoyê li ser girtiyan bar nekin. Em ê bibin yek û wan cilan biçirînin û biavêjin ser rûyê wan.” BI DÎMEN
*Nêrîna mêr a di her qada jiyanê de xwe dide der, di wêjeyê de jî wisa ye. Her çiqas jin di rêzeya pêş a refên rengîn a çanda populer de cih negirin jî, nivîsên wêjekarên jin mohra xwe di dema dawî xistine. Ji weşanên Can, Îthakî û Ceylanê di demên dawî de pirtûkên jinan zêde tê weşandin û vediguhere qêrînekê: Binivîsin binivîsin, zêdetir binivîsin.
*Girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan her ku roj diçe giran dibe û li dijî vê tecrîdê bertek û nerazîbûnên jinan jî berdewam dikin. Jinên Geverê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan binpêkirina azadiya gelê kurd e. DÎMEN HEYE
*Êrîşên Dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û gundewarên wê didome. Di vê çarçoveyê de jinên Kampa Robar bertek nîşanî vê yekê dan û wiha gotin:"Dewleta Tirk nikare bi êrîşên xwe rê li azadî û têkoşîna gelê Efrînê bigire." BI DÎMEN
*Li Nisêbînê piştî pevçûnên hatin jiyîn TOKÎ’yan dest pê kir û malbatên li taxan înşatên TOKÎ nexwestin, berxwe dan û îmze red kirin û loma TOKÎ hêdî hêdî tê meşandin û buroya îrtîbatê jî her roj ji malbatan re peyamê dişîne û dixwaze serî li ‘komîsyona lihevkirinê’ bidin. BI DÎMEN
*Li Nisêbînê piştî berxwedana rêveberiyên xweser şûnde ji 50 kesên hatin binçavkirin û girtin 23 kesî parastin kir. Girtiyan di parastinên kirin de gotin heta niha hemû îfadeyên dane de di bin îşkenceyê de dane û ne poşman in. Her wiha diyar kirin ku xweseriya demokratîk formulasyona jiyanê ya gelan e.
*Seroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatimogullari tevgera desthilatdariya bi tifaqa AKP-MHP nirxand û got:"Ketina Tirkiyeyê ya Efrînê tê wateya ku ew ê êdî nikaribin derkevin. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî derbarê êrîşên li ser Efrînê de wiha got:"Kesên ku piştgiriyê bidin vê yekê dê di bin vî hesabî de bimînin." BI DÎMEN








