Rojnameger Semra Ozlu 4 roj e di bin çavan de ye

  • 16:36 19 Çile 2018
  • Rojane
MÊRSÎN - Grînedeya Giştî ya Weşana Radyo Ses ku bi KHK'ê hat girtin Semra Ozlu, 4 roj e di bin çavan de ye.
 
Gerînendeya Giştî ya Weşana Radyo Ses ku li Mêrsînê weşan dikir û bi Biryarnameya di Hukumê Qanûnê (KHK) hat girtin Semra Ozlu  4 roj e li Muduryeta Giştî ya Emniyeta ya Bajarê li şaxa TEM 'ê tê girtin. Hat aşkerakirin ku Semra ji ber lêpirsîneke derbarê Lijneya Rêveberiyê ya Radyo Sesê hatiye destpêkirin di binçavan de tê girtin. Parêzerê Semrayê Alî Bozan, diyar kir ku muwekîla wî piştî ku radyo hatiye morkirin ji ber hin welanên ku li avahiya radyoyê hatine girtin hatiye binçavkirin. Parêzer diyar kir ku derbarê wê heta kengî muwekîla wî dibinê çavan de bê girtin de jê re tu agahî nehatiye dayîn.