Piştî daxuyaniyê wêneyê 'kincê yekreng' hat parvekirin
- 13:50 19 Çile 2018
- Rojane
AMED - Piştî daxuyaniya Serdozgerê Komarê yê Amedê ku got;"Kincên yekreng ên di çarçoveya KHK'ê de li girtiyan hatin ferzkirin ji girtîgeha Amedê re hatin şandin" wênêneyê kincên yekreng li ser medya civakî hat parvekirin.
Serdozgerê Komarê yê Amedê Kamîl Erkut Gure, derbarê kincên yek reng ku di çarçovyea OHAL'ê de bi KHK'a hejmar 696 di 24'ê kanûnê 2017'an de hat weşandin li girtiyan hatin ferzkirin daxuyanî da. Kamî wiha got;" Kincên yekreng ku di çarçoveya KHK'ê de hatin derxistin ji Girtîgeha Amedê re hatin şandin. Ji bo xistina van kincan a meriyetê em li benda dageriyê (rêzknameyê) ne." Piştî vê daxuyaniyê wêneyê kincan li ser medaya civakî hat parvekirin.
Kincê ku regnê wî cûn û di modela tulum de ye ji aliyê bikarhinerên medyaya civakî ve hat parvekirin.








