Dayikên Aştiyê:Tişta tê ferzkirin komkujî ye

  • 09:10 19 Çile 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Dayikên Aştiyê bertek nîşanî ferzkirina  kincên yekreng ku li girtiyan tên ferzkirin dan û gotin ev tişta ku li girtiyan tê ferzkirin komkujî ye.  
 
Bertekên li dijî pêkanîna kincên yek reng ku bi KHK’a herî dawî ya bi hejmar 696  ket meriyetê her ku diçe zêde dibin. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku girtiyên siyasî ji ber zext û zordariyan dernakevin hevdîtinê û anîn ziman ku tişta li girtiyan tê ferzkirin komkujî ye.
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Saadet Gürenç anî ziman ku di girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de li girtiyan îşkenceyek mezin tê kirin û ev tişt got: “Girtî her roj li girtîgehan bi binpêkirinên  mafan ên cur bi cur re rûbirû tên hiştin û niha jî dixwazin kincên yekreng bi zorê li ser girtiyan ferz bikin. Zarokên me, girtiyên siyasî jî dibêjin ku ew kincên yek reng li xwe nakin. Em wekî zarokên xwe dibêjin ku em  vî tiştî tu carî qebûl nakin û bila di demek nêz de vê biryara xwe paşve bikişînin. Em bang li rêveberiyên girtîgehan jî dikin ku Banga me ji girtîgehê re ye û em dibêjin ku  bila êdî dev ji îşkence, zext û zordariyan berdin. Ji bilî Tirkiyeyê li tu cihî tiştekî wiha tune ye. Em êdî naxwazin ku dilê tu dayikekê bişewite.”
 
‘Armanca dewletê tim vala derxistin û vala derbixin’
 
Saadet di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku di serdema 12'ê Îlonê de jî kincên yekreng  li girtiyan hatibûn ferzkirin û îro jî heman tişt tê kirin. Saadetê di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: “Pêkanînên di serdewma  Darbeya 12'ê Îlona 1981'ê ku xistin rojevê îro jî di rojevê de ne û tu tişt neguheriye. Lê girtiyên siyasî wê demê jî li ber xwe dabûn û  îro jî li ber xwe didin li dijî van pêkanînên dijmirovî. Berxwedana li girtîgehan hatiye destpêkirin ew ê du qatên wê li derve bê kirin û niha dora malbatên girtiyan e. Çi pêwist bike wê ew bê kirin. Nebitenê malbatên girtiyan her wiha ew ê hemû gelê kurd dest bi çalakiyan bike. Ger ku em îro ji bo zarokên xwe tiştekî nekin wê sibê tiştekî din bînin serê zarokên me. Bila rojek berê rojek malbat rabin li ser piyan. Zarokên me ji ber van zor û zextan di girtîgehan de di çalakiyan de ne û dest gireva birçîbûnê kirine. Her wiha zarokên me  li dijî kincên yek reng dernakevin bi malbatên xwe re jî hevdîtinê nakin.”
 
'Di vê serdemê de xwedîdrketina li girtiyan girîng e'
 
Dayika Aştiyê ya Amedê Husna Çetîn jî bi lêv kir ku zarokên wan tu tişt nekirine, bê sûc in û wiha got: “Wekî ku zextên heyî yên li girtîgehan ne bes bin vê carê jî kincên Yekreng li zarokên me tên ferzkirin. di serî de dayik û divê bi giştî hemû gelê kurd rabe ser piyan li dijî van pêkanînên qirêj ên dewleta tirk. Ger ku gel û malbat di vê serdemê de li girtiyan xwe dî derneyên di tu serdeman de nikarin xwedî derên.  Ji ber ku zarokên me îro di bin zextan de ne û hemû mafên wan ên heyî ji destên wan hatiye girtin."
 
‘Ev komkujî ye'
 
Husnuye di dirêjiya axaftina xwe de got ku ev tiştê ku li ser girtiyan tê ferzkirinkirin provakasyon e, dixwazin îradeya girtiyan bişkînin û wiha domand: “Ev tişta ku li girtiyan tê ferzkirin komkujî ye. Vê pêvajoyê îktîdara AKP’ê rê ve dibe û ji tiştên neyînî ku bên jiyîn ew berpirsiyar e.”