Bi nêrîna jineke gurcî HDP

  • 09:09 19 Çile 2018
  • Rojane
Zeynep Turgut
 
ERDEXAN - HDP'a  ku di sala 2012’an hate avakirin û xebatên xwe berdewam dike, ji her civat, reng û gel xebatkar, parlameter û rêveberên wê hene. Her wiha HDP'ya ku bi rengînî û bi demokratîkbûna xwe tê naskirin partiya ku li Tirkiyeyê herî zêde ciwan û jin di nav de cih digirin e. Yek ji van rêveberên HDP'ê jî Hevseroka HDP'ê ya  Erdexanê Feyzanur Demîr e. 
 
Di sala 2012’an de Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)  hat avakirin. Di hêmanên partiyê de azadiya jinan û ji her gelekî rengek tê esas girtin. Her çiqas HDP mîna partiya gelê kurd bê  binavkirin jî ew  partiya hemû gelên demokrasîxwaz û azadîxwaz yên li Tirkiyeyê ye.HDP li ser vî bingehî di demeke kurt de  li her deverên Tirkiyeyê hat naskirin û ji bo gelan bû hêviya aşitî û azadiyê. Hevseroka HDP'ê ya Erdexanê Feyzanur Demîr jî yek ji van kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz e. Feyza her çiqas gurcî ji be ji  bo parastina mafên  gelên bindest di nav HDP de cih digire û li Erdexanê hem zanîngehê dixwîne hem jî hevserokatiya HDP'a Erdexanê dike. 
 
'Dengê mazlûman bû'
 
Feyzanurê diyar kir ku HDP partiya hêviyan e û wiha axivi;”Ez ji Artvînê me û gûrcî me. Bi rastî min heyanî di demên hilbijartinên serokkomariyê de jî HDP nas nedikir. Min perspektîfên HDP jî nizanibûn. Lê min di hilbijartinê de dengê xwe ji bo HDP'ê bi kar anî. Her tim . Ji ber ku her tim hevserokên HDP yên navend û navçe dihatine binçavkirin. Her tim aliyê partiya hikûmetê û partiyên muhalefetê ve dihate darizandin. Hedefa hemû partiyan bû. Min jî ji xwe re digot li tirkiyeyê her tim kesên baş dûyemîn tên dîtin, pêwîste ez HDP lêkolîn bikim. Tenê HDP de yek rengî nebû. Li HDP de ji her civakekî siyasetmenderek hebû. Vê yekê jî ez bi kelecan kirim. “
 
'HDP partiyek pir reng e'
 
Feyzanurê anî ziman ku HDP mîna xwezayê reng bi reng e û got ku partiyên welatparêz her tim ji gelin û wiha berdewam kir;”Ji bo çi HDP? Ji be ku li behra Reş digot çay,  li Denîzliyê digot zeytûn, li Amedê digot zebeş min jî tercîha xwe  HDP kir. Em niha gava ku li alên HDP jî dinêrîn em dibînîn ku reng bi reng in. HDP her ol, mezhep, nijad û gel di nav xwe de digire. Partiyeke pir reng e. Cihê hemû gelan di nav de heye. Ji ber vê yekê ez di nav HDP de cih digirim. Ez bi vê yekê ji pir kêfxweş im. Heyanî dawîyê em ê di nav HDP'ê de têkoşîna xwe bidomînîn. “
 
'HDP partiya jiên berxwedêr e'
 
Feyzanurê da zanîn ku HDP partiya jinên berxwedêr e û daxuyand ku pergal ji têkoşîna jinan zêdetir ditirse û wiha pê de çû;”Di HDP de ji mêran zêdetir jin hene û di siyasetê de jin zêdetir cih digirin. Heyanî niha di tu partiyan de evqas jinan cih negirti ye. Di partiya me de pergala hevserokatiyê heye. Jin pêşengiya polîtikayê dikin."