Li Girkêlegê gel ji bo Efrînê daket qadan

  • 17:14 18 Çile 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê bi sedan gel daketin qadan û meşek li dar xistin.
 
Li bajarokê Çilaxa yê girêdayî Girkêlegê ji aliyê Tev-Dem'ê û bi tevlîbûna bi sedan ji welatiyên Girkêlegê, Çilaxa, Til Koçer û gundewarên wê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a li ser herêma Efrînê, meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên "Efrîn em hemû bi canê xwe bi te re ne", "Em ê Rojava bikin goristana dagirkeran" hatin berzkirin. Meşvan ji nava bajêr heta bazara bajêr meşiyan. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin.
 
Li ser navê Kongra Star Xaliya Selmo wiha got: "Wekî ku Kobanê bi ser ket wê Efrîn jî bi ser bikeve, ji ber baweriya me bi felsefeya azad heye. Azadî mafê me ye, em tucarî ji riya rastiyê venagerin, em ê tim bi ser bikevin."