Li Til Temirê greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda giran di roja duyem de didome
- 17:02 18 Çile 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Kongra Star bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li bajarê Til Temirê konê greva birçîbûnê vegirtibû. Greva birçîbûnê di roja xwe ya duyem de berdewam dike.
Kongra Star di 17'ê Çileyê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, konê grevê vedabû. Îro çalakiya grevê di roja xwe ya duyem de ye. Bajarokê Xera, bajarokê Qibûr Qera, her wiha jin û komînên bajarê Til Temirê tevlî grevê bûn .
Hevseroka bajarokê Xera Eliya Îsa di bin konê çalakiyê de axivî û wiha got: "Bi navê pêkhateya Ereb û eşîreyên Ereb, em bi armanca azadiya serokatî tevlî greva birçîbûnê bûne. Em wekî pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyeyê dibêjin û soz didin ku em ê li ser piya bin da ku em Rêberê xwe azad bikin. Em bi dengekî bilind êrîşên li ser Efrîn û komploya li ser Serok şermezar dikin."
Cemîla Kako jî li ser navê malbatên pakrewanan ên pêkhateya Asûrî axivî û wiha got: "Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye. Bi saya vî fikrî gel gihiştiye rastiya jiyana xwe, bi taybet jin ku êdî nema koletî û bindestiyê qebûl dike. Em ê jî çalakiyan dewam bikin ta ku em bigihêjin azadiya serokatî."
Gireva birçîbûnê wê îro di seat 5'ê êvarî de bi dawî bibe.








