Bi hezaran welatiyên Herêma Efrînê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin

  • 15:52 18 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Bi pêşengtiya Rêxistina Kongra Star û û Tevgera Civaka Demokratîk û di bin dirûşmeya "Gefên dewleta Tirk vîna gelê Efrînê naşkîne" bi hezaran welatiyên Herêma Efrînê tevlî meşa girseyî ya şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk bûn.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê Kongra Star û Tevgera Civaka Demokratîk meşek bi tevlîbûna hezaran welatiyên herêma Efrînê, hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan û pêkhateya Ereb, meşek girseyî li dar xist.
 
Gel wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, alên Kongra Star, alê YPJ'ê û YPG'ê hilgirt, her wiha pankartên "Hêzên Parastina Civakî Efrînê nade faşîzma Erdogan", "Jina azad misogeriya civaka azad e" û "Gelê Efrînê berxwedana zindanan silav dike" hilgirtin.
 
Meşvan ji Qada Newroz meşiyan û bi dirûşmeyên 'Bê Serok jiyan nabe', 'Jin, Jiyan, Azadî', 'Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok' heta qada Nexweşxaneya Dêrsimê çûn. Meş bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Li qada nexweşxaneyê axaftin hatin kirin. 
 
Meş bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Berxwedan Jiyan e" bi dawî bû.