Jinên herêma Efrînê tecrîd şermezar kirin
- 15:34 18 Çile 2018
- Rojane
Lîlav Elî
EFRÎN - Jinên ku beşdarî çalakiya şevbuhêrkê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin bûn tecrîda giran şermezar kirin.
Kevana Zêrîn li navenda Çand û Huner a herêma Efrînê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyek şevbuhêrikê lidar xist. Jinên ku beşdarî şevbûhirkê bûn tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Hevseroka Navenda Çand û Huner a Herêma Efrînê Bêrîvan Şilvo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo fikir û felsefeya Rêber Apo ji civaka Kurd qut bike ew xist girtîgehê. Lê me vê yekê qebûl nakin û heta dawî em ê çalakiyên xwe berdewam bikin."
Bêrîvanê her wiha bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û wiha got: "Ev demeke dirêje dewleta Tirk êrîşên xwe li ser herêma Efrînê zêde kirine. Ji ber ku gelê Kurd gav bi gav serkeftinan bi dest dixîne û ji bo azadiya Rêberê xwe her tim di nava çalakiyan de ye, hêrsa dewleta Tirk hîn bilindtir bû û vê hêrsê bi tecrîdê û êrîşkirina li ser Efrînê derdixe holê. Ev êrîş tu carî nikarin vîna me têk bibe."
Ji aliyê din ve endama Tev-Çand a Herêma Efrînê Bêrîvan Hiso jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got: "Ev nêzî sê sal in agahî ji Rêber Apo nehatiye girtin, me jî bi armanca diyarkirina rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan, ev çalakî li dar xistiye û heta ku Rêber Apo di girtîgehê de be , em ê dest ji çalakiyan bernedin."
Her wiha Rêveberiya Kevana Zêrîn Fatme Muhemed jî tecrîda girankirî a li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Rêber Apo ji bo me hêvî ye, her wiha ji bo azadiya wî em wek jinên herêma Efrînê em ê berxwedan û tekoşîna xwe dewam bikin."








