'Em ê Pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn'

  • 12:58 18 Çile 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Jinên ji pêkhateyên kurd, ereb û asûrî tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecîrîdali Ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin  ya li konê çalakiyê ku ji aliyê Kongra Star ve hatiye vekirin bûn. Jinên ku tevli çalakiyê bûn  tecrîd şermezar kirin.
 
Li dijî tecrîda li ser  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Kongreya Star ev demeke li bajrê Til Temirê konê çalakiyê vekiriye. Çalakiyên cur bi cur ku li kon tên lidarxistin berdewam dikin. Jinên ku bi armanca piştgiriyê teli çalakiya li kon bûn, tecrîd şermezar kirin û nêrînên xwe bi me re par ve kirin.
 
Endama Şaredariya Gel a bajarê Til Temir Hîlda Sîmon ku ji pêkhateya asûrî ye derbarê tevlîbûna xwe ya greva birçîbûnê de wiha got: "Em li ser navê gelê asûrî tevlî çalakiyê bûne û em jî dixwazin ku agahiyekê ji Rêber Abdulla Ocalan bigrin. Em ê jî wek gelê aşûrî têkoşînê bidin ji bo Rêber Apo azad bibe."
 
Endama Kongreya Star a ji pêkhateya ereb Xedîcê Asim jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got: "Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku em bikaribin agahiyekê ji  Rêber Abdulla Ocalan bigrin. Abdulla Ocalan ne tenê serokê kurdan e, ew serokê Jinên ereb û Suryan û hemû mirovahiyê ye. Wê ticarî jin ji xeta azadiyê dûr nekevin û her li pey fikir û felsefeya Rêber Apo bin û serokê xwe azad bikin."
 
Her wiha Rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Eyhan Yûnis jî diyar kir ku jinên azad felsefeya Oclaan ji bo xwe bingeh girtine û wiha berdewam kir: "Felsefeya Rêber Apo yekemîn felsefeye ku ji bo avakirina civakeke bi exlaq  û polîtîk û avakirina kesayeta jina azad  bênavber têkoşînê dide meşandin e. Rêber Apo fîlazofekî fîlozofek e li cîhanê. Gelek 'fîlazof' derketin, lê kesî ji wan azadiya jinê bingeh negirt, her dem dewlet û nijadperestî bingeh girtin. Em soza xwe her kêlî û gav nû dikin û em ê pergala Îmraliyê parçe parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn."