Ji parêzerên Abdulah Ocalan serlêdana 723'emîn
- 12:46 18 Çile 2018
- Rojane
BURSA - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Abudullah Ocalan re hevdîtinê bikin, cara 723'yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Sinan Zincir, bi armanca bi muwekilê xwe Abudullah Ocalan re hevdîtin bikin, bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 723 caran daxwazname dan dozgeriyê.
Serlêdanên parêzerean ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 722 caran hatine redkirin.








