Derbarê îstîsmarkirina 115 zarokan de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 12:18 18 Çile 2018
  • Rojane
ENQERE - Wezareta Tendirûstiyêderbarê îstîsmara 115 zarokên ku di nava 5 mehan de serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Kanunî Sultan Suleyman dan û di encma muayeneyê de derket holê ku ducanî ne de lêpirsîn da destpêkirin. Lê heman wezaretê derbarê rayedarên heman nexweşxaneya ku bûyer ji yekîneyên edlî re ranegihand de destûr neda ku lêpirsîn bê destpêkirin.
 
Wezareta Tendirûstiyê piştî ku derket holê 115 zarokên ku di nava 5 mehan de serî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kanunî Sultan Suleyman a li Kuçukçekmeceya Stenbolê dane û di encma îstîsamara zayenîd de ducanî mane lêpirsîn da destpêkirin. Wezareta ku derabarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin destûr neda ku rayedar û personêlên li nexweşxaneyê ku buyer ji yekîneyên edlî re ranegiandine lêpirsîn bê destpêkirin.