Li Girtîgeha Bayburtê mafê ragihandinê yê girtiyan tê astengkirin
- 11:44 18 Çile 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê ya Jinan mafê ragihandinê yê girtiyan ha qedexekirin. Hat aşkerakirin ku wê qedexe heta 11 sibatê berdewam bike.
Li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê ya Jinan mafê ragihandinê yê girtiyan ha qedexekirin. Li gorî agahiyên ku ji xizmên girtiyan hatin girtin, hat ragihandin ku hevşaredara Kopa Muşê Fîgen Yaşar jî di nav de mafê axaftina bi telefonê, name û şandina faxsê li girtiyan hatiye qedexekirin. Nehat zanîn ku ev qedexe ji bo kîjan girtiyan derbasdar e. Derbarê sedema qedexeyê de jî tu agahî ji girtiyan re nehatine dayîn.
Herwiha li gorî agahiyên ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ji malbatên girtiyan re hatin dayîn hat diyarkirin ku wê qedexe hata 11'ê sibatê berdewam bike.








