Jinên Qamişloyê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin

  • 11:00 18 Çile 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Jinên bajarê Qamişlo bi dirûşma "Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn' ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan semînerek li dar xist.
 
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bidesxistina agahiyekê li ser rewşa wî, jinên bajarê Qamişloyê semînerek li dar xistin. Komîn û meclisên taxên rojhilat tevlî vê semînerê bûn. Semîner li salona Seyran a taxên rojhilat hate lidarxistin. Salon bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dirûşmeyên 'Ji Tecrîdê re Na' hatibû xemilandin.
 
Di semînerê de sinevizyonek li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate pêşandan. 
 
Semîner bi dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe' bi dawî bû.