ROJEVA 18'Ê ÇILEYÊ 2018'AN

  • 09:00 18 Çile 2018
  • Rojev
*Jinên Kantona Şehbayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê û Kantona Şehbayê şermezar kirin û gotin ku dewleta Tirk nikare yekîtiya gelan asteng bike û ew amadene li hember hemû êrîşan bi hev re li berxwe bidin. BI DÎMEN
 
*Jina Aşurî ya bi navê  Werdiya Xoşaba ya ku ev 20 sal in karê hunerê dike, diyar kir ku huner ji bo wê evîn û nasname ye.
 
*Malbatên girtiyan bertek nîşanî kincên yekreng dan û gotin ku pêkanînên di serdema Darbeya 12'ê Îlonê de li girtîgehan dihatin kirin îro jî tên dubarekirin. Malbatan diyar kirin ku ger biryara kincên yekreng paşve neyê kişandin ew ê ji girtîgehan cenaze derkevin û ragihandin ku ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. BI DÎMEN
 
*Derbarê hevşaredara Dêrsîmê Nurhayat Altun de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ îdianameyek nû hat amadekirin. Di îdianameyê de cih dan îfadeyên Gurbuz Topçu ku di pevçûna Nurhakê de birîndarî hat girtin û bi rojan îşkence lê hat kirin û Gurbuz Topçu jî diyar kir ku ev îfade ne aydê wê ne.
 
*Esra Ozakça ku di grevê de 240 roj li pey xwe hiştiye, daket 38 kîloyî. Esrayê diyar kir ku êdî her deqe ji bo wan girîng e û got: “Her kes hînê birçîbûna me bûye. Lê wek tê zanîn birçîbûn ne tiştekî normal e. Em dibêjin deqeyek jî ji bo me girîng e. Ez bang li hemû kesî dikim ku rêyên hatine cerebandin ji nû ve biceribînin.” BI DÎMEN
 
*Mêrê bi navê Zekî, jina bi navê M. bi îstîsmara zayendî ya sîstematîk rû bi rû hişt û îşkenceya fîzîkî lê kir. Dê û bavê M. ku bûyer birin dadgehê jî, serlêdanên wan bê encam man. Zekî ku ji polîtîkayên daraza mêr ku bê ceza dihêle, cesaret girt û heta mala malbata M. çû. Dê û bavê li dijî Zekî parastina cewherî pêk anîn, ji 12 salan heta 18 salan tên darizandin.
 
*Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku AKP û Tayîp Erdogan bi gopalê polîs, leşker û çapemeniya alîgir li ser piya disekine û  got ev rejîm di dema xwe ya herî qels de ye û ji bo sêyemîn kongreya partiya xwe got ‘Em ê bi hêvî dema nû pêşwazî bikin’. Serpîlê diyar kir ku  hêvî xewna kesên jêhatî ye û got ew jî bi xebatê, berxwedanê, polîtîkayên nû û pêşniyarên çareseriyê ji bo vê pêvajoyê xwe amade dikin. BI DÎMEN