Rûniştina cerdevanê gundan ê kiryarê êrîşa zayendî hat taloqkirin

  • 17:12 17 Çile 2018
  • Rojane
WAN - Cerdevanê gundan Tekin Gulaç li Gurpinarê jê du kes zarok 6 kes bi îstismara zayendî rû bi rû hiştibû. Rûniştina doza ku cerdevanê gundan dihat darizandin hat taloqkirin. 
 
Cerdevanê gundan Tekin Gulaç li navçeya Wanê Gurpinarê jê du kes zarok sê kes bi îstismara zayendî rû bi rû hiştibû. 4'emîn rûniştina doza ku Tekin girtî dihat darizandin li 1'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Wanê hat dîtin. Rûniştina ku bersûcê girtî lê amade bû, parêzer û malbata zarokan jî beşdar bû. 
 
Parêzerê Tekin diyar kir ku muwekîlê wî li emniyetê di bin zextan de îfade daye û êrîşa zayendî, îstismara zayendî ya ku bi Rapora Tipa Edlî teqez bûye red kir. Piştre Parêzerê Buraya Wanê yê ku mafê axaftinê girt xwest ku nakokiyên ku di raporê de pêk hatine bên sererastkirin. 
 
Heyeta dadgehê diyar kir ku bersiv ji bo muzakeraya berê ya ku di rûniştina berê de hatiye nivîsandin, nehatiye dayin û biryar da ku jina mexdûr dê ji aliyê Serdozgeriya Komara Wanê dîsa bê îfadeyê û berdewamiya girtina Tekin Gulaç xwest. 
  
Rûniştin tarloqî 16'ê Adarê hat kirin.  
 
Çi bûbû?
 
Mêrê bi navê Tekin Gulaç ku li navçeya Gurpinarê ya Wanê cerdewantî dikir du zarokên berasteng bi îstismara zayendî rû bi rû hiştibû û di heman demê de xweşkên wan bi êrîşa zayendî rû bi rû hiştibû. Zaroka 12  salî ji ber ku li dibistanê ji teqat ketiye hatibû diyarkirin ku ji ber îstismarê himle maye. Derbarê bûyerê de agahî dabûn emniyetê û zaroka 10 salî ya din jî anîbûn nexweşxanê û di encama muayeneyê de hat diyarkirin ku îstismara zayendî pêk hatiye. Li ser gilîkirina malbatê Tekin Gulaç hat girtin.