Çalakiya greva birçîbûnê bi semîner û axaftinan didome
- 16:38 17 Çile 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Çalakiya konê greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li bajarê Til Temirê bi axaftin û semîneran didome.
Çalakiya konê greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li bajarê Til Temirê bi axaftin û semîneran didome. Serê sibê bi dehan endam û rêveberiyên saziyên bajarê Til Temirê berê xwe dan konê greva birçîbûnê. Di çalakiyê de Hevserokê Meclisa xeta gundewarên bajarê Hesekê Mehmûd Ebdê, Rêveberiya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star Ebla Dawê û Rêveberiya Peymangeha Şehîd Jiyan, Eyhan Yûnis axivîn.
Ebla Dawê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha axivî: "Em weke jin tucarî ji ser xeta azadiyê venagerin, em ê jina kole azad bikin û bi hev re rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan azad bikin. Ji ber ku Rêber Apo azad nebe jin û civak jî azad nabe."
Her wiha Rêvebira Peymangeha Şehîd Jiyan, Eyhan Yûnis jî Roja Reş şermezar kir û wiha got: "Cotmeh, Çile û Şibat ji bo me mehên reş in. Gelek kesên zanyar û fîlazof derketin lê tukesî wekî Rêber Apo nikarîbû ku civakê ber bi azadiyê ve bibe û pêş bixe. Loma heta Rêberê me azad nebe jin û civak jî azad nabe."
Piştî axaftinan semînerek li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pêşandan.
Çalakî bi dirûşmên 'Bijî Rêber Apo', 'Jin, Jiyan, Azadî' didome.








