Li Silîvriyê ferzkirina cilên yekreng dest pê kir

  • 15:44 17 Çile 2018
  • Rojane
 
STENBOL - Hat ragihandin ku li Girtîgeha Silîvrî Hejmara 9’an ferzkirina cilên yekreng dest pê kiriye û ji ber girtiyên bi navê Îlker Altundal û Gokhan Keskîn ferzkirin qebûl nekirine hatine derpkirin. Însiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan diyar kirin ku ew ê îşev saet di 19:00'an de têkildarî vê mijarê çalakiyê li dar bixin.
 
Li aliyekî li dijî sepandina cilên yek reng a li girtîgehan nerazîbûn û nîqaş dewam dikin û li aliyê din hat angaştkirin ku li Girtîgeha Silîvrî Hejmara 9’an sepandina cilên yek reng dest pê kiriye. Li gorî Buroya Hiqûqê ya Gel ku di hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê de parve kiriye ev angaşt derketiye holê. 
 
Buroya Hiqûqê di hesabê xwe yê Twîtterê de ev tişt parve kir: “Miwekîlên me Îlker Altundal û Gokhan Keskîn ên li Girtîgeha Silîvrî Hejmara 9’an dimînin, dema xwestin wan bibin danişînê Dadgeha Înfazê cilên yekreng li wan ferz kirine. Ji ber qebûl nekirine rastî êrîşê hatine û îşkence li wan hatiye kirin.”