Çalakiya Konê Greva Birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
- 15:31 17 Çile 2018
- Rojane
KOBANÊ - Çalakiya Konê Gireva Birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja çarem de didome.
Di rêzeçalakiyên hemleya Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJR/YJC) ya bi navê 'Serî Hilde' de ya ji bo daxwaza azadiya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 14'ê Çileyê de li Kobanê Konê Birçîbûnê hatibû vegirtin. Çalakiya ku bi dirûşma 'Sonda me em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn' hatibû destpêkirin di roja xwe ya çaran de berdewam dike.
Di roja çaran de Meclisa Navçeya Qinê greva birçîbûnê dewir girt. Ciwanên Kantona Girê Spî û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kobanê jî bi dirûşmên 'Serî Hilde', 'Bê serok jiyan nabe', 'Bijî serok Apo' serdana kon kirin.
Her wiha gireva birçîbûnê hîn dewam dike.








