Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Efrînê daxwiyanî hat dayin

  • 14:17 17 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Di çarçoveya çalakiyên eşkerekirina rewşa ewlekarî, tendirustî û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan de Meclîsa Encumana Zagonsaz li herêma Efrînê daxwiyanî da.
 
Di çarçoveya çalakiyên eşkerekirina rewşa ewlekarî, tendirustî û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan de Meclîsa Encumana Zagonsaz li herêma Efrînê daxwiyanî da. Daxwiyanî li pêşiya navenda Meclîsa Encumana Zagonsaz ji aliyê Endama Meclîsa Encumana Zagonsaz Xunav Osaman ve hat xwendin. Di daxwiyaniyê de banga azadiya Abdullah Ocalan hat kirin .
 
Her wiha daxuyanî wiha bû:
 
"Em bi navê jinên Rojava û yên herêma Efrînê bi taybet a Encumana Zagonsaz bang li hemû sazî û meclîsên mafên mirovan dikin ku bi awayekî lez rewşa Rêber Apo were zelalkirin.
 
Dewleta Tirk bi kiryarên xwe dixwaze hemû nirxên me yên madî û manewî binpê bike. Rêber Apo ji bo me nirxekî herî pîroz e. Ji bo azadiya Rêber Apo em tu carî dev ji xeta tekoşînê bernadin."
 
Her wiha di dawiya daxwiyaniyê de soza li xwedîderketandina Abdullah Ocalan hat dayin. 
 
Daxwiyanî bi dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe' bi dawî bû.