Li dijî mêrê ku êrîşa zayendî pêk anî parastina rewa

  • 13:11 17 Çile 2018
  • Rojane
 
STENBOL - Sînem  A. mêrê ku li Beykozê li dijî wê tacîza zayendî pêk anî Ugur Gumuş bi parastina xwe yarewa ku kir kuşt.
 
Li Beykoza Stebolê duh di bûyera ku qewimî de Ugur Gumuş(30) û Suleyman Bostan (57),  Sînem A. (24) bi tacîza zayendî re rûbirû hiştin. Sînem A.ya ku parastina xwe ya rewa kir, Ugur û Suleyman bi giranî birîndar kirin. Piştî ku niştecihên taxê gazî polîsan kirin Sîneme A. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Ugur Gumuş ê ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û Suleyman Bostan jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.