Li Til Temirê ji bo azadiya Abdullah Ocalan konê girevê hat vedan
- 12:55 17 Çile 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, konê gireva birçîbûnê ji aliyê Kongreya Star ve hat vedan.
Kongreya Star bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ev nêzî 19 sal in di girtîgeha Îmraliyê de tê girtin, di bin dirûşma "Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn" konê greva birçîbûnê li Saziya Malbatên Şehîdan a Til Temirê vegirt. Di çarçoveya vê hemleyê de daxuyanî, civîn, semîner, konên greva birçîbûnê û gelek çalakiyên din tên kirin. Mamosteyên zimanê kurdî, Yekîtiya Mamosteyan, xwendekarên Peymangeha Şehîd Jiyan, Şaredariya Gel û bi dehan malbatên pakrewanan tevlî girevê bûn.
Kon bi alên YPG/YPJ'ê, TEV-DEM, wêneyên Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên "Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn", wêneyên hersê jinên şoreşger ên kurd Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sakîne Cansiz hatibû xemilandin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir têkoşîna Abdullah Ocalan a li hember hişmendiya desthilatdar wiha anî ziman: "Li Rojava-Bakûrê Sûriyeyê çalakiyên cûr be cûr ji bo azadiya Rêber Apo dewam dikin. Rêber Apo rêhevalê jinê ye, ew xwedî fikir û felsefeya azadiya jinê ye. Em jî bi taybet wekî jinên Rojava xwedî li fikr û felsefeya Rêber Apo derdikevin. Wekî çawa ku Rêber Apo jin azad kir û ji koletiyê rizgar kir, em ê jî wî azad bikin. Em ê wekî jin sonda xwe ya 'Em ê pergala Îmralî parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn' pêk bînin."
Çalakî bi axaftin û gerandina govendê dom kir.
Her wiha çalakî ew ê du rojan dewam bike, semîner û sinevizyon jî wê werin çêkirin û pêşandan.








