Kongreya Star: Armanca me xwegihandina hemû jinan e

  • 12:05 17 Çile 2018
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Koordînatora Kongreya Star Xalîsa Abdul Qadir  salvegera Kongra Starê ya 13`e mîn li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku yekîtiya star têkoşîn û parastina mafê jinê bi xwe re anî.
 
Yekîtiya Star a Jinên Kurd di sala 01.05.2005`an de li bajarê Rimêlanê hat avakirin. Piştî Yekîtiya Star li ser bingeha rêvebirina jinan Kongreya Star hat avakirin. Jinên Kurd, Ereb,Tirk û Ermenî bi hemû rengên xwe cihê xwe di nav Kongreya Star de girtin. Ji bo ku jin xwe nas bike û Kongreya Star deriyê xwe ji hemû jinan re vekir. 
 
Derbarê 13'emîn salvegera Kongreya Star de Koordînatora Kongreya Star a Herêma Firatê Xalîsa Hec Abdul Qadir axivî û diyar kir ku Kongreya Star  bi rêya perwerdeyê û hembêzkirina rengên cuda hemû jin hembêz kir û wiha got:"Kongreya Star hemû jin di bin banê xwe de kom kir û xebatên xwe yên civakî li ser esasên çareserkirina pirsgirêkên hemû jinan berdewam kir." 
 
'Kombûna di bin sîwana Kongreya Star de ji bo çareseriya pirsgirêkên hemû jinan e'
 
Xalîsayê, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di bin sîwana Kongreya Star de hemû jin dikarin bi reng û dengê xwe kom bibin û berxwe bidin û wiha got:"Armanca Kongreya Star ew e ku li hemû qad û kolanan bigihêjin jinan ku pirsgirêkên wan çareser bike. Kombûna di bin sîwana Kongreya Star de ji bo çareseriya pirsgirêkên hemû jinan e." 
 
'Şoreşa herî mezin şoreşa jinê ye'
 
Xalîsayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jin di her qadê jiyanê de mohra xwe li têkoşînên cuda xistine loma şoreşa herî mezin şoreşa jinê ye. Em ê li ser esasên vê şoreşê xebatên xwe berdewam bikin."