Jinên Amedê: Ev hovîtiyeke li dijî kurdan e

  • 11:01 17 Çile 2018
  • Rojane
AMED- Jinên Amedê li dijî 267 cenazeyên ku ji gorên wan hatin derxistin bertek nîşandan û gotin ku hikûmeta tirk li dijî kurdan bi salane hovîtiyekî daye dest pêkirin û ev hovîtî hîn jî berdewam dike.
 
Dİ 22'yê Kanûnê de Gorisatana Garzanê hatibû rûxandin û 267 cenazeyên ku Aîdê gerîlayên HPG/YJA-Starê û şervanên YPG/YPJ'ê bûn bi hinceta testa DNA’yê ji goristanê hatibûn derxistin û şandibûn SaziyaTîpa Edlî ya Stenbolê. Jinên Amedê bertek nişanî vê hovîtiyê dan û anîn ziman ku hikûmeta tirk li djî kurdan hovîtiyek daye destpêkirin, cinazeyên zarokên wan ji gorên derdixin, navên zarokên wan ên  li ser kevirê gorê hatine nivîsandin jê dibin. Herwiha jinan diyar kir ku ew çi bikin jî nikarin zarokan di dilê wan de bidin jibîrkirin.
 
Ji jinên ku bertek nîşandan Mûşeher Ûlker got ku dewleta tirk jî baş dizane di şerê dirêj, qemar û dijwar de zarokên wan ên ku jiyana xwe dest dane bi ser ketine û wiha got: “Zarokên me tim li dijî neheqî, zilm û qirêjiyê serî rakirin û netewandin. Zarokên me ji bo azadiya gelê xwe, li ber xwe dan û şehîd ketin.Lê hikûmet hîn jî ji hestiyên  zarokên me ditirse. Lewra jî dixwaze wan goristanan ji holê rabike. Em vê zihniyeta dewletê şermezar dikin û çi dibe bila bibe em ê tim li ser şopa zarokên xwe bin. Em ê tu carî şehîdên xwe bitenê nehêlin û em ê xwedî li wan derkevin. Em ê wan cenazeyan jî ji destê wan bigirin. Xofeke mezin ketiye dilê dewletê û nizane ku çi dike. Hikûmeta tirk çi dike bila bike em ê dev ji rêça zarokên  xwe û şehîdên  xwe  bernedin.”
 
'Min heta niha tiştekî wiha nedîtiye'
 
Jina bi navê  Fatma Turgay a ku zarokekî wê jiyana  xwe dest daye û zarokekî  wê jî di girtîgehê de ye anî ziman ku çend  roj berê  çûye   goristanê û dîtiye  ku  hemû  gorên  kesên   jiyana  xwe dest dane navê  wan  jê hatiye birin û kevirê  goran  ji  cihê  wan  derxistine û wiha  pê de çû: “ Ev tiştên ku min dît ne di  dîrokekî de hatiye jiyîn û hetanê  niha  rastî  tiştekî  wiha nehatime. Mafê  Tu kesî tune ye ku êrîşke bi vî rengî pêk bîne û em vê êrîşa dewletê qebûl nakin. Hikûmeta tirk ya ku çavsoriyan dike  ji şehîdên me jî ditirse. Li gel pêkanînên hovane yên dewleta tirk ku li dijî kurdan pêk tîne êdî tu gotineke ku ez bibêjim nemaye. Derxistina cezaneyan a ji goran nayê qebûlkirin.”
 
Gelo tiştekî wer di dînê misilmaniyê de heye?’
 
Jina bi navê Yildiz Damla jî bi lêv kir ku ew hemû misilmanin û di olê misilmaniyê de tiştekî wisa tune ye û ev tişt got: “Dema ku dibêjin em mislimanin divê ku li gorî wê gav bên.  Hikûmeta tirk berê xwe daye goristanên me êriş dike, cinazeyên zarokên me ji gorên wan derdixe. Ev tişt wê çawa bê qebûl kirin.  267 cenaze ji gorên wan derderxistin û birin Stenbolê. Gelo tiştekî wiha di olê misilmaniyê de heye? Ez cara yekeme tiştekî wisa dibînim.”
 
Yidiz di dawiyê de bang hemû dayikên kurd kir û got ku bila hemû dayik rabin ser piyan û ji bo cinazeyên zarokên xwe li ber xwe bidin. Bila di serî de dayik hemû gelê kurd derkeve kolanan û taxan û li ber xwe bidin.