Leyla Brahîm: Têkoşîna jinê dê bendên desthildatdariyê hilweşîne
- 10:56 17 Çile 2018
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Derbarê raperîna Rojhilatê Kurdistanê û geşadanên li her çar parçeyên Kurdistanê de Hevseroka Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Leyla Brahîm nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Gelê Kurd dê bi têkoşîna xwe derî li pêşiya zilma neyaran bigire û têkoşîna jinên kurd dê bendên desthildatdariyê hilweşîne."
Derbarê raperîna Rojhilatê Kurdistanê û geşadanên li her çar parçeyên Kurdistanê de Hevseroka Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Leyla Brahîm nêrînên xwe anî ziman û bal kişand ser lehengiya gel û jinên Kurd ên ku bi salane têdikoşin.
Leyal Brahîm da zanîn ku gelê kurd dê bi lehengî û têkoşîna xwe ya ku bi salane didome azadiya xwe mîsoger bike û wiha pê de çû:"Rejîma Îranê bi salane ku bi awayekî dîktatorî hemû zext û zordariyan li ser gel dike. Bi taybet jî li ser gelê kurd îşkence û zextek sîstematîk heye. Ev zext û zordarî ne tenê li Îranê li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike. Ya girîng ew e ku gelê kurd bi îradeyek xurt û hevpar pêşiyê li van zextan û îşkenceyan bigirin."
Leylayê diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistinê Kurd tên dardekirin û ji bo ev zilma bi dawî bibe divê li her çar parçeyan hewldanên hevpar pêk werin û wiha berdewam kir:"Gelê Kurd ji rejîma Îranê û yên din nîşan dan ku ew serdestiyê qebûl nakin û ew ê her têbikoşin. Mînaka Rojava nîşan dide ku gelê kurd tu caran serî natewenî û ew ê bi têkoşîna xwe ji hemû êrêşan re bibe bersiv."
Leylayê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Ji bo gelê kurd bikaribin li dijî van êrîşana bibe bersivek baş divê xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Gelê Kurd û jinên Kurd dê hêviyên dilê xwe mezin bikin û serî li dijî êrîşên hovane netewînin."








