Li Kobanê hilbijartinên hevserokên meclîsan didomin

  • 10:14 17 Çile 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Meclîsa Kantona Kobanê hevserokên Meclis û Şaredariya bajarokê Taşlûgê bi civînekê hilbijartin.
 
Li Mala Gel a bajarokê Pêndir ê navçeya Şêranê ya Kobanê, ji bo hilbijartina hevserokên meclis û şaredariya bajarokê Taşlûgê civîn ji bo hemû endamên meclisê hate çêkirin.
 
Civîn bi sondxwarina hemû endaman dest pê kir û rêziknameya meclîsan hate xwendin. Paşê jî ji bo hilbijartina hevserokên meclisê û cîgirên wan deriyê hilbijartinê li pêşiya endaman hate vekirin. Di encama hilbijartinê de Fatima Osman û Hemed Buzî weke hevserok hatin hilbijartin. Cîgirên wan jî Nadiya Heso û Salih Ebdî hatin hilbijartin.
 
Ji bo hevserokên Şaredariyê jî Arîn Osman û Ehmed Hemed hatin hilbijartin, wekî cîgirên wan jî Nesra Elî û Elî Husên hatin hilbijartin.
 
Civîn bi dirûşmeya "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.