Heyva Sor hemleya dermankirinê da destpêkirin
- 10:11 17 Çile 2018
- Rojane
KOBANÊ - Heyva Sor a Kurd ji bo parastina tenduristiya zarokên herêma Firatê ya ji nexweşiya felcê, dest bi hemleya dermankirinê kir.
Bi armanca parastina zarokên herêma Firatê ya ji nexweşiya felcê, bi sedan endamên Heyva Sor a Kurd bi alîkariya rêxistina "UNICEF" hemleya dermankirinê dest pê kir.
Temenê zarokên ku tên dermankirin ji yek rojî heta pênc salî ye. Dê hemleya dermankirinê 5 rojan dewam bike.








