Jinên herêma Efrînê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

  • 10:00 17 Çile 2018
  • Rojane
Lîlav Alî
 
EFRÎN - Jinên herêma Efrînê bertekên xwe yên li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Efrînê û gundewarên wê nîşan dan û ev êrîş bi tûndî şermezar kirin.
 
Gelê kurd ku bi serkeftinên dîrokî li Rojava-Bakurê Sûriyeyê mohrê li bin serkeftinên dîrokî dixin û pêşketinên mezin bi dest dixin, bi êrîşên dewleta tirk rû bi rû dimînin. Dewleta tirk bi çekên giran êrîşî Efrînê dike. Jinên herêma Efrînê li beramberî van êrîşan bertekên xwe nîşan dan.
 
Welatiya bi navê  Cîhan Hemduş êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundên herêma Efrînê bi tundî şermezar kir û got:" Ev bû du roj in dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yê li ser navçeyê Şêrewa, Şera, herêma Cindirêsê zêde dike.  Lê belê tu carî gelê kurd nahêle  ku dewleta Tirk axa Efrînê derbas bike çimkî gelê kurd xwedî vîneke azad û bi hêz in".
 
'Planên dewleta Tirk bi vîna jina kurd wê vala derkeve'
 
Her wiha welatiya bi navê Delal Reşîd jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got:"Heta ku em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo û xeta pakrewanên azadiyê bimeşin tu carî em nahêlin dewleta Tirk gavekê derbasî axa Efrînê bibe, her wiha bi vîn berxwedan û tekoşîna jina kurd hemû planên dewleta Tirk dê vala derkeve."
 
'Bi berxwedana xwe em ê bi ser bikevin'
 
Di heman demê de welatiya bi navê Melek Hemo diyar kir ku gelê kurd wê bi berxwedana xwe bi ser bikevin û wiha domand:" Ji ber ku gelê kurd di demê dawiyê de gelek serkeftin bi dest xistin dewleta tirk a dagirker vê yekê tehemul nakin û dixwaze bi êrîşên xwe îradeya gelê kurd bişkîne lê belê çiqas ew êrîşên xwe zêde bike em serî natewînin, em ê têbikoşin û bi ser bikevin."
 
Di dawiyê de Melek Hemo wiha got:"Ji duh ve bê navber dewleta Tirk êrîşî gundên herêma Efrînê dike û di encamê de zarokek bi temenê 10 salî û jinek birîndar bûn. Em van êrîşana bi zimanekî tund şermezar dikin. Em ê hêza xwe xwirtir bikin û nehêlin ku dewleta tirk bi ser bikeve. Em bang li tevahî rêxistinên mafê mirovan dikin ku li dijî van êrîşana bê deng nemînin."