JIN TV vedibe, gelo jin kanalek çawa dixwazin?
- 09:16 17 Çile 2018
- Rojane
WAN - JIN TV a ku reng û dengê jinê ye diyar kir ku wê dest bi weşanê bike. Çawa jinan agahî girtin peyamên piştgiriyê şandin, me jî pêşniyarên jinan girt û pirsa ‘hûn kanalek çawa dixwazin’ pirsî. Jinan diyar kir ku divê tora nûçegîhaniyeke dildar a berfireh a JIN TV hebe.
JIN TV ku demek dirêje xebatan dimeşîne, ji bo bîranîna sê siyasetmedarên jin ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin, wê dest bi weşanê bike. Çawa jinan agahî girtin peyam dan.
Xwendekara zanîngehê Şîlan Soylemez diyar kir ku ew vekirina kanalê gelek erênî dibîne û got divê polîtîkaya JIN TV hemû jinan bihewîne û got: “Ji bilî siyasetê em nizanin jin çi dikin. Jin di nav rojê de çi dikin? Divê di qada kedê de jin gotina xwe bêjin. Divê jin di her qada jiyanê de bên dîtin. Di roja îro de weke ku jin tenê li malê ne tên dîtin. Di xwezaya jinê de hilberandin heye.”
‘Divê têkoşîna jinan bê dîtin’
Şîlanê destnîşan kir ku divê polîtîkaya JIN TV berfireh be û wiha pê de çû: “Destpêkê de divê ji rexneyan re vekirî be. Divê ji mexduriyetê wêdetir, berxwedana jinê bê dîtin. Divê nava rojê bibin mêvanên jinan û çi dikin, bê nîşandan. Divê nûçeyên jiyanê yên aydê jinan bên çêkirin.”
‘Kanal wê hêzê bide me’
Xwendekara Zanîngehê Rozerîn Urucu jî diyar kir ku bi OHAL ya li Tirkiyeyê hatiye îlankirin êrîşên li dijî jinan zêde bûne û ev tişt vegot: “Ev êrîş ewil li dijî ajansa jinan JINHA’yê bû. JINHA ya ku dengê jinan li her qadê dida bihîstin, girtin. Niha vekirina JINTV gelek kêfa me aniye. Me jinan dema ev bihîst me xwe xurt hîs kir. Divê hemû jin xwedî li JIN TV derkevin. Di vê kanalê de ne tenê xebatkar divê nûçegîhanên dildar jî hebin.
‘Divê bernameyên çandî hebin’
Fatma Îlter jî bi lêv kir ku divê li hemû taxan ji bo JIN TV nûçeyên çandî hebin û got di vê kanalê de divê bê vegotin ku gelek mafên jinan heye, divê nîşan bidin ku jin dikarin her karî bikin, li ser piyên xwe disekinin.








