Yurdusev Ozsokmenler:Şikandina tecrîdê peywira me ya sereke ye

  • 09:12 17 Çile 2018
  • Rojane
 
Habîbe Eren
 
ENQERE - Cîgira Hevseroka HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Şikandina vê tecrîdê peywira me ya herî sereke ye. Ev tenê nayê wateya şikandina tecrîda li Îmraliyê. Wê li Tirkiyeyê bibe derfeta pêngava demokrasiyê.”
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û  serlêdana parêzeran 772 caran ji aliyê serdozgeriya komarê ya Bursayê ve hat redkirin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an de bi hincetên  cuda hevdîtin tê redkirin. Cîgira Hevseroka HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler balkişand ser tecrîdê û got tecrîd li hemû Tirkiyeyê belav bûye û divê ewil şert û mercên ku tecrîdê diafirîne ji holê rabe.
 
‘Tecrîd li hemû Tirkiyeyê belav bû’
 
Yurdusevê diyar kir ku piştî pêvajoya diyalogê ya bi Abdullah Ocalan re hatiye sekinandin şûnde hem şer û hem jî tecrîd giran bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda giran a li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Bi wir sînor nema. Li her derê tecrîd tê dîtin. Her kesê fikra xwe dibêje, dertê kolanê tê binçavkirin, girtin. An jî derbarê wan de doz tê vekirin.  Akademîsyenên dibêjin aştî tên girtin. Nuriye û Semîh di grevê de ne. Hevdîtina bi wan re jî tê astengkirin. Yanî Tirkiye bi giştî di bin tecrîdê de ye.”
 
‘Divê dawî li tecrîdê bê’
 
Yurdusevê bi lêv kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe û ev tişt anî ziman: “Şikandina vê tecrîdê peywira me ya sereke ye. Ev tenê nayê wateya şikandina tecrîda li Îmraliyê. Wê li Tirkiyeyê bibe derfeta pêngava demokrasiyê. Ger ev tecrîd rabe wê rêyên biçin demokrasiyê vebin. Di rojên pêş de rojeva me ya sereke, şert û mercên ku tecrîdê ji holê radike ye. Tecrîd rabe dikare derfetên demokrasiyê bê afirandin.”