‘Ji bo pêkanîna cilên yekreng rabe çi ji destên me bê em ê bikin’
- 09:08 17 Çile 2018
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derbarê pêkanîna ‘cilên yekreng’ ya li girtîgehan ketiye faaliyetê de axivî û tecrubeyên berê hatine jiyîn bibîr xist û got: “Ji bo pêkanîna cilên yekreng bê rakirin çi ji destên me bê em ê bikin.”
Bertekên li dijî pêkanîna ‘cilên yekreng’ ku bi KHK’yê bi hejmara 696’an hat derxistin û tê xwestin li girtîgehan bikin faaliyetê didome. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî bertek nîşanî pêkanînê da û wiha pê de çû: “Em zindanên 12’ê îlonê dizanin. Hevalên me bi bedenên xwe girtîgeh ronî kirin. Berxwedanek mezin tevlî têkoşînê kirin.”
‘Em di pêvajoya ku her tê darizandin de ne’
Leylayê destnîşan kir ku di dema hikûmeta AKP’ê de rêjeya hejmara girtiyan du kat zêde bûye û got AKP guherîna pergalê hedef dike û ji ber vê yekê jî berê xwe dide muxalîfan. Leylayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Bi hincetên biçûk jinan, zarokan, ciwanan, kal û pîran hedef digire û dikin zindanan. Yên li derve jî dijîn di zindana vekirî de dijîn. Em di pêvajoyeke ku kes nikare xwe azad îfade bike de dijîn. Bêguman bedela herî giran jî Kurd didin. Hemû pêşeng û siyasetmedarên Kurd îro di girtîgehan de ne.”
‘Giriyan berxwe da’
Leylayê anî ziman ku li Kurdan jiyana girtîgehê rewa tê ditîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî vê berxwedan derketiye holê. Berxwedana hevalên me yên di zindanan de, di serî de li girtîgeha Elezîzê hevalên jin li dijî pêkanînên faşîzan bedena xwe dan ber birçîbûnê. Dîsa li gelek girtîgehên din di serî de girtiyên jin û hemû girtiyên siyasî berxwedanek mezin nîşan didin. Dibe ku me zêde hêz neda berxwedana wan. Ji ber OHAL û pêkanînên faşîzan ên AKP’ê me çalakiyên girseyî pêk neanîn. Ev xwerexnedayîna me ye.”
‘Em bên cem hev’
Leylayê destnîşan kir ku ew wek KCD’ê ji bo girtîgeh bên valakirin û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, hem li arenaya navneteweyî û hem jî li welat xebatên cur bi cur dimeşînin û got girtina Rêberê gelekî ya di bin tecrîdê de nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “CPT jî hevkarê vî sûcî ye. Divê hêzên demokratîk û şoreşger bên cem hev. Ev dikare bibe eniya demokrasiyê. Dikare bibe yekitiya hêzê. Çi dibe bila bibe divê hevparbûnek hebe.”
‘Wê heman berxwedan dîsa bên nîşandan’
Leylayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêkanîna cilên yekreng û got: “Ev pêkanîn berê hat ceribandin lê vala derket. Hevalên me ev cil li xwe nekirin. Bi salan li zindanan li dijî vê berxwedan hat nîşandan. Teqez e ku wê dîsa heman berxwedan bên nîşandan. Ji ber vê divê AKP vê pêkanîna xwe şûnde bikişîne. Daxuyaniyên hevalên me jî gelek zelal in. Ev nayê qebûlkirin. Em jî ji bo ev pêkanîn rabe çi ji destên me bê em ê bikin.”








