Midûrê ji kar hat dûrxistin, li dibistanên cuda jî sûc kiriye

  • 09:03 17 Çile 2018
  • Rojane
 
AMED - Li Farqîn a Amedê xwendekarek lîseyê ji aliyê midûrê dibistanê M.D  ve rastî îstîsmara zayendî hat û derbarê bûyerê de lêpirsîna hat destpêkirin didome. Lê hat hînbûn ku M.D li dibistanên berê ku lê xebitiye gelek zarok îstîsmar kiriye.
 
Li navçeya Farqîn a Amedê li lîseyekê xwendekarek ji aliyê  midûrê dibistanê M.D û peywirdarê  ewlehiyê ve rastî îstîsmara zayendî hatibû. M.D û xebatkarên ewlehiyê bi gotin û peyamên telefonê zarok bi awayekî sîstematîk îstîsmar kirin. Malbatê derbarê wan de gilî kir. M.D û xebatkarê ewlehiyê hatin binçavkirin, piştî îfadê hatin berdan.
 
Ji bo dosya lêpirsînê jî biryara veşariyê anîn û midûrê hat berdan nayê zanîn li ku derê ye. Malbatê tevî gilîkirina ku kirin, midûr hat berdan. Malbatê bertek nîşan da û diyar kir ku wê şopdarên lêpirsînê bin.
 
‘Bila dawî li peywira wî bînin’
 
Li aliyê din jî xwendekaran diyar kirin ku ji ber rewşê bi fikar in û gotin ew naxwazin midûr dîsa vegere dibistanê û wiha gotin: “Niha li dibistanê ewlehiya me tuneye. Tevî gilîkirinê ew berdan. Niha bê dibistanê ji bilî nîşandana bertekê tiştek tune. Kesekî bi îstîsmarê hatiye rojevê divê dawî li peywira wî bê anîn.”
 
Ji ber heman sûcî hatiye surgunkirin
 
Hat destnîşan kirin ku ji ber bûyera îstîsmara hatiye jiyîn şûnde gelek malbatî zarokên xwe ji wê dibistanê girtine û şandine cihekî din. Xwendekaran got midûrê dibistanê M.D berê jî li dibistanên cuda yên navçeyê ji ber sûcên bi vî rengî hatiye surgunkirin.
 
Midûrê ku derbarê wî de biryara girtinê hatiye derxistin, 10 roj piştî bûyerê şûnde  di encama lêpirsîna îdarî ya Midûriyeta Perwerdê de ji peywirê hat dûrxistin.