ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2018'AN

  • 09:00 17 Çile 2018
  • Rojev
 
*Jinên herêma Efrînê bertekên xwe li hemberî êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Efrînê û gundewarên wê nîşan dan û ev erîş bi tûndî şermezar kirin. BI DÎMEN
 
*Jinên Amedê li dijî 276 cenazeyên ku ji gorên wan hatin derxistin bertek nîşan dan û gotin ku hikûmeta tirk li dijî kurdan bi salane hovîtiyek daye destpêkirin û ev hovîtî hîn jî berdewam dike. BI DÎMEN
 
* Li Farqîn a Amedê xwendekarek lîseyê ji aliyê midûrê dibistanê M.D  ve rastî îstîsmara zayendî hat û derbarê bûyerê de lêpirsîna hat destpêkirin didome. Lê hat hînbûn ku M.D li dibistanên berê ku lê xebitiye gelek zarok îstîsmar kiriye.
 
*Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derbarê pêkanîna ‘cilên yekreng’ ya li girtîgehan ketiye faaliyetê de axivî û tecrubeyên berê hatine jiyîn bibîr xist û got: “Ji bo pêkanîna cilên yekreng bê rakirin çi ji destên me bê em ê bikin.” BI DÎMEN
 
*Cîgira Hevseroka HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Şikandina vê tecrîdê peywira me ya herî sereke ye. Ev tenê nayê wateya şikandina tecrîda li Îmraliyê. Wê li Tirkiyeyê bibe derfeta pêngava demokrasiyê.” BI DÎMEN
 
*JIN TV a ku reng û dengê jinê ye diyar kir ku wê dest bi weşanê bike. Çawa jinan agahî girtin peyamên piştgiriyê şandin, me jî pêşniyarên jinan girt û pirsa ‘hûn kanalek çawa dixwazin’ pirsî. Jinan diyar kir ku divê tora nûçegîhaniyeke dildar a berfireh a JIN TV hebe. BI DÎMEN
 
*Sê mamosteyên bi KHK’ê ji pîşeya ya xwe mamostetiyê hatin îxrackirin, bi mehane li Kadikoyê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Mamosteyan cihê lê dimînin veguhertin qada berxwedanê, ji aliyê welatî û xwendekaran ve jî piştgiriyê dibînin. BI DÎMEN