Çawa ku dewleta tirk li Kobanê û Reqayê têk çû wê li Efrînê jî têk biçe
- 18:18 16 Çile 2018
- Rojane
Lîlav Elî
EFRÎN - Jinên li herêma Efrînê bertekên xwe li himberî êrîşên dewleta tirk nîşan dan û gotin" Em êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê şermezar dikin bi saya fikira azad û felsefeya Rêber Apo gelê kurd bû xwedî îradeya azad."
Jinên li herêma Efrînê bertekên xwe li himberî êrîşên dewleta tirk nîşan dan û gotin" Çawa li Kobanê hêza gelê kurd DAÎŞ şikendand, wê li Efrînê jî li himberî êrîşên dewleta tirk wê îradeya gel bi ser bikeve."
Endama Nivîsgeha Karûbarên Rêxistina Mirovan Sewra Xelîl ku êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin got" Tê xweyakirin ku di demên dawiyê de dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên huvane li herêma Efrînê zêde kirine. armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku bi êrîşên dixweze gelê kurd têk bibe. Lê belê bila dewleta Tirk baş bizanibe ku hêza gelê kurd tu carî serî natewîne û nahêle ku Efrînê werê dagirkirin. Bi saya fikira azad û felsefeya Rêber Apo gelê kurd bû xwedî îradeya azad û çawa ku li Kobanê hêza gelê kurd li hemberÎ çateyên DAIŞ'ê bi ser ket wê li Efrînê jî bi serbikefe. Çawa dewleta Tirk li Kobanê ,reqayê têk çû wê li Efrînê jî têk biçe."
Cîgira Seroka Têkiliyên Derve Cîhan Muhemed jî got ku siyaseta dewleta tirk û hemû pêlanên wê hêşt ku dewleta tirk êrîşên xwe yên huvana li ser Efrînê zêde bike û ev tişt got: "Ji ber ku artêşa Tirk li kobanê,minbic û li Reqayê têk çû niha hewal dide ku bi êrîşên xwe pirojeya netewa demokratîk vala derbixîne. Lê belê çawa ku gelê kurd di hemû waran de li ber xwe da wê li Efrînê jî berxwedana xwe dewam bike."








