Roja sêyemîn ya Çalakiya kon Kongra Star dewr git

  • 16:58 16 Çile 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Bi armanca daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan çalakiya kon di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.
 
Çalakiya li Kon ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Ciwanên Rojava(YJC, YCR) di 14'ê mehê de bi diruşma"Sonda me em ê dîwarên Îmralî hilweşînin û bi rêber Apo re azad bijîn" li qada şehîd Egîd hatibû destpêkirin di roja xwe ya sêyemîn de berdewam kir. 
 
Çalakî di roja 3'emîn de bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê jî endama kordenisyona Kongira Star Xalîse Ebdelqadir got ku ew weke Kongira Star çi çalakî hebin wê cihê xwe di nav de bigrin û destek bidinê û wiha axivî: "Em weke kongira Star çalakiya Ciwanan silav dikin û hemleya "Serî Hilde" destek didinê. Roj bi roj em şoreşa xwe mezintir dikin. Ji ber vê jî dijmin her dixweze zirazrê bide van gavên pîroz. Lewra jî yên ku bikarbin li hemberî dijmin serî hildin ciwanin."
 
Grav berdewam dike.