Parêzerên Abdullah Ocalan cara 722'an serlêdan kirin
- 13:49 16 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Abdullah Ocalan, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, cara 722 serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Sevda Aydin, Umît Dede, Bayram Kaval û Denîz Yildiz ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bû cara 722'yan ku parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve 721 caran serî li dozgeriyê dan, serlêdanên parêzeran bi hincetên "Rewşa hewa xirbe ye", "Keştî xirabe ye" û "OHAL heye" tê astengkirin.








